Danûstandinên Sûriyê û Israîlê careke din dest pê dikin

Danûstandinên Sûriyê û Israîlê careke din dest pê dikin
Danûstandinên Sûriyê û Israîlê careke din dest pê dikin

Welat TV - Hewlêr

Piştî nêzîkî 2 mehan ji rawestiyanê, careke din danûstandinên Israîl û Sûriyê derbarê dîtina rêkeftineke ewlehiyê di navbera herdu aliyan de, dest pê dikin.

Malpera Axios ya Emerîkî eşker kir ku îro Duşemê, şandên Israîl û Sûriyê li Parîsa paytexta Fransayê dicivin.

*Kî serokatiya şandên Sûriyê û Israîlê dike?

Malperê ji berpirsekî Israîlî veguhestiye ku ev gera danûstandinan 2 rojan berdewam dike, û Wezîrê Derve Es'ed El-Şêbanî serokatiya şanda Sûrî dike, bi navbênkariya şandiyê Emerîka yê taybet bo Sûriyê Tom Barrack.

Balyozê Israîlê li Emerîka Yechiel Leiter jî serokatiya şanda danûstandkar a Israîlê dike, li gel Roman Goffman şêwirmendê leşkerî yê serokwezîrên Israîlê.

*Trump daxwaza dubare destpêkirina danûstandinan kiriye

Berpirsê Israîlî diyar kiriye ku dubare destpêkirina danûstandinan li ser daxwaza serokê Emerîka Donald Trump hatiye, di dema hevdîtina wî de li gel serokwezîrên Israîlê Benjamin Netanyahu.

Malpera Axios amaje kiriye ku Israîl pêşniyarek pêşkêş kiriye. Ew pêşniyar jî avakirina devereke bê çek li rojavayê Şamê û sepandina dije firînê li ser balafirên Sûriyê li deverên nêzîkî sînor li xwe digire, beramberî vekişana hêzên Israîlê ji deverên vê dawiyê derbasî wan bûye, li gel parastina hebûna xwe ya stratejîk li hin deverên, mîna Çiya Şêx.

Beriya Çend rojan Trump li gel Netenyahu li Koşka Spî civiyabû. Piştî civînê got ku Emerîka û Israîl gihiştin lihevtêgihiştinekê derbarê Sûriyê û ew piştrast e ku Israîl û serokê Sûriyê Ehmed El-Şeri' dê bigihin rêkeftinekê.

Ji aliyê xwe ve jî Netenyahu got ku ji berjewendiya Israîlê ye ku sînorê aştiyê li gel Sûriyê hebin, û divê vala be ji terorîstan.

Di mehên bûrî de 5 gerên danûstandinan di navbera Israîl û Sûriyê de bi rê ve çûbûn, lê hemû jî negihan tu encaman, hevdemê rijdbûna Israîlê li ser bicihnehiştina devera bê çek û Çiyayê Şêx ku piştî hilweşandina rêjîma Esed derbasî wan bûye.