Amnesty banga rawestandina şer li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dike

Amnesty banga rawestandina şer li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dike

Welat TV - Hewlêr

Rêxistina Lêbûrîna Navdewletî (Amnesty) banga rawestandina şer li herdu taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Kurdnîşîn li Helebê û daxwaza derbasbûna alîkariyan û parastina sivîlan dike.

Amnesty îro di daxuyaniyekê de diyar kir ku tirs ji çêbûna girjiyên zêdetir û koçberkirineke berfireh heye.

Rêxistina Lêbûrîna Navdewletî daxwaz ji herdu aliyan kiriye ku panbendiyê bi yasayên mirovî ya navdewletî bikin û êrîşên li ser sivîlan rawestînin.

Amnesty tekez kir ku divê herdu alî bikaranîna çekên giran rawestînin û rêyên ewleh ji bo derketina sivîlan werin peydakirin û rê bidin derbasbûna alîkariyan û dezgehên xizmetguzariyê armanc nekin.

►Her weha bixwîne.. Brîtaniya banga kêmkirina girjiyan û parastina sivîlan li Helebê dike