HSD: Grûpên Hikûmetê êrîşî xalên me li gundewarê Dêra Zorê kir
Welat TV - Hewlêr
Li gundewarê Dêra Zorê, şeva bûrî 17ê Çileya 2026an, şerûpevçûn di navbera HSD û Hêzên Hikûmeta Sûriyê de derketin.
HSD di daxuyaniyekê de got, grûpên bi ser Hikûmeta Sûriyê ve êrîşî xalên wê lî bajarokên, Geranîc, Ebû Hema, Kişkiyê, Zîban û Teyane yên gundewarê Dêra Zor kir. Di encamê de şerûpevçûnên giran derketin.
Ji aliyê xwe ve jî ragihandina Fermî ya Hikûmetê jî got, HSD bi dronan êrîşî taxinan li Dêra Zorê kiriye.
Parêzgarê Dêra Zorê jî di daxuyaniyekê bihnvedan li tevaya dezgehên fermî ragihand û ji xelkê xwest ku ji malên xwe dernekevin.
*şer berdewam e
ji duh ve, şerûpevçûnên giran li deverên Tebqa û gundewarê Reqa û Dêra Zorê rû didin, HSD dibêje hikûmetê rêkeftin binpê kiriye, tenê Dêr Hafir û Meskenê di rêkeftinê de ne, ew jî jî vekişiyane.