Rêveberiya Xweser serferberiya giştî ragihand

Rêveberiya Xweser serferberiya giştî ragihand

Welat TV - Hewlêr

Rêveberiya Xweser serferberiya giştî ragihand û bang li ciwanan kir ku çek hilgirin.

Rêveberiya Xweser daxuyaniyek belav kir û tê de got, tevî hemû hewlên ji bo dîtina çareseriyên aştiyane, lê Şam li şer û bijardeya leşkerî rijd e. Ji xelkê xwest ku di amadebaşiyê de bin ji bo xweparastinê.

Rêveberiya Xweser di daxuyaniye xwe de got, ji miletê xwe dixwazin pabendî biryara Serferberiya Giştî bin û li kêleka HSD û YPJ rawestin Her weha Bangê li ciwanan dikin ku çek hilgirin û xwe ji bo her êrîşekê amade bikin.

Rêveberiya Xweser got jî, Em niha li hember şerê hebûn û nebûnê ne û tenê bijardeya berxwedanê hildibjêrin