Artêşa Iraqê li ser sînorê Sûriyê ketiye amadebeşiyê

Artêşa Iraqê li ser sînorê Sûriyê ketiye amadebeşiyê

Welat TV - Hewlêr

Wezareta Berevaniya Iraqê di daxuyaniyekê de got, Serok Erkanê Artêşa Iraqê Ferîq Ewel Ebdulemîr Reşdîd Yarulla îro seredana hêzên Iraqî li ser sînorê Sûriyê kiriye.

Wezaretê diyar kir, hejmareke berpirsên Ewlekariya Iraqê li gel Yarullah serdana sînor kiriye û ji nêzîk ve rewşa navçeyê şopandiye.

Iraqê ji ber şerê HSDê û Artêşa Sûriyê sînorê ketiye amadebeşiyê û ji revîna çekdarên DAIŞê ji zindanan û vegera wan bo Iraqê ditirse.

Ji aliyê xwe ve, hêzên Îraqî ragihand ku yek ji metirsîdartirîn serkirdeyê DAIŞ'ê girt, ew serkirde ji Sûriyê derbasî Mûsilê bûbû.

►Her weha bixwîne.. HSD: Zindana Şedadê ya girtiyên DAIŞa terorîst ji destê me derket