HSD: Droneke Hikûmetê êrîşî xalekê li başûrê bajarê Çil Axa kir

HSD: Droneke Hikûmetê êrîşî xalekê li başûrê bajarê Çil Axa kir

Welat TV - Hewlêr

HSD ragihand ku 2 endamên wê di êrîşa dronekê de li gundewarê bajarê Çil Axa birîndar bûn.

Îro 24ê Çileya 2026an, HSD di daxuyaniyekê de got, droneke bombekirî ya grûpên bi ser Hikûmeta Sûriyê ve, êrîşek li gundê Sefa li başûrê bajarê Çil Axa encam da.

HSD diyar kir, di wê êrîşê de 2 endamên HSD birîndar bûn. 

Li gorî daxuyaniya HSD, wan droneke din jî li deverê anî xwar.