Mesrûr Brazanî û Mezlûm Ebdî hewldanên kêmkirina girjiyan li Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kirin
Welat TV - Hewlêr
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî di peywendiyeke telefonî de kêmkirina girjiyan û piştevaniya Herêma Kurdistanê bo Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kir.
Mezlûm Ebdî li ser tora ”X” da zanîn ku wî û Mesrûr Barzanî di peywendiya telefonî de hewldanên kêmkirina girjiyan û veguhestina girtiyên rêxistina DAIŞ a terorîst bo Iraqê gotûbêj kirin.
Ebdî diyar kir ku Mesrûr barzanî tekezî li ser piştevaniya Rojavayê Kurdistanê kiriye.
Mezlûm Ebdî spasiya hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser piştevaniya berdewam bo Rojavayê Kurdistanê kir û got: Ev yek giyanê hevparî û berpirsyaretiya hevbeş di van rewşên zehmet de diyar dike.
أجرينا اتصالاً مع السيد مسرور بارزاني @masrourbarzani، رئيس وزراء حكومة إقليم كردستان، بشأن مساعي التهدئة ونقل معتقلي تنظيم داعش إلى العراق.
— Mazloum Abdî مظلوم عبدي (@MazloumAbdi) January 26, 2026
وأكد السيد بارزاني الجهود التي بذلتها حكومة إقليم كردستان لدعمنا.
من جهتنا، عبّرنا عن تقديرنا العميق للدعم المتواصل الذي قدمته حكومته…