Naveroka peywendiya telefonî ya Tom Barrack li gel Serok Barzanî
Welat TV - Hewlêr
Şandiyê Emerîka bo Sûriyê Tom Barrack peywendiyeke telefonî li gel Serok Mesûd Barzanî encam da.
Barrack li ser rûpela xwe ya X got: Me li gel cenabê Serok Barzanî telefoneke biber ji bo gotûbêjkirina rewşê Sûriyê encam da, Me pêwîstiya parastina agirbestê û gihandina alîkariyên mirovî nexasim bo Kobaniyê gotûbêj kirin.
Girîngiya gihandina alîkariyên mirovî
Baregeha Barzanî naveroka peywendiyê ragihand, herdu aliyan tekezî li ser girîngiya berdewamî û parastina agirbesta di navbera HSDê û hêzên hikûmeta Sûriyê de, kir her weha û tekezî li ser girîngiya gihandina alîkariyên mirovî bo Rojavayê Kurdistanê û bi taybetî Kobaniyê û piştrastkirina berdewamiya gihandina wan alîkariyan kir.