Mûsa Ehmed: Me 165 barhilgir gihandine Qamişlo û hewl ji bo Kobaniyê berdewam in
Welat TV - Hewlêr
Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Mûsa Ehmed di kongireke rojnamevanî de li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê amarên karê dezgehê ragihandin.
Mûsa Ehmed diyar kir, "Heta niha 165 barhilgirên alîkariyan gihîştine Qamişlo û me alîkarî li ser 82 dibistanan belav kirine".
Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Mûsa Ehmed da zanîn, "Tîmên me li Qamişlo, Dêrik, Girkê Legê, Amûdê û Dirbêsiyê hene û16 demjimêran di rojê de kar dikin".
Mûsa Ehmed diyar kir, "Tîmên pizîşkî di pêşkêşkirina xizmetguzariyan de berdewam in û 300 kes li gel Dezgehê hatine damezirandin bi me re kar dikin".
Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Mûsa Ehmed tekez kir, "Amadekariyên me ji bo bighînin bajarê Kobanê hene û hemahengiya me li gel UN û aliyên peywendîdar berdewam in".