Turkiyê: Operasyonên hêzên me li Sûriyê berdewam in
Welat TV - Hewlêr
Wezareta Berevaniyê ya Turkiyê da zanîn ku nûçeyên derbarê vekşîna hzên wê ji deverên Serê Kaniyê û Girê Spî dûr ji rastiyê ne.
Berevaniya Turkiyê îro da zanîn ku operasyonên hêzên wê li hin devrên Serê Kaniyê û Girê Spî berdewam in û nûçeyên derbarê vekşîna wan dûr ji rastiyê ne.
Li gorî jêderan, operasyonên hêzên Wezareta Berevaniyê ya Turkiyê li wan deveran bi hemahingî li gel hikûmeta Sûriyê bi rê ve diçin.
Ji aliyê xwe ve, Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Turkiyê Zekî Ektork di kongireke rojnamevanî de got ku rêkeftinên 10 Adarê û 18 Çileyê yên di navbera HSD û Hikûmeta Sûriyê de, giringiyeke wan a mezin di bicîkirina seqamgiriyeke herdemî de li Sûriyê heye.
Ektork diyar kir ku ew hemû rêkarên pêwîst distînin ji bo gerentîkirina ewlehiya hêzên xwe di nava xaka Sûriyê de.
►Her weha bixwîne.. Tom Barrack û Fîdan li Enqerayê civiyan