Artêşa Sûriyê bajarokê Holê weke devereke ewlehî ya girtî ragihand

Artêşa Sûriyê bajarokê Holê weke devereke ewlehî ya girtî ragihand

Welat TV - Hewlêr

Artêşa Sûriyê bajarokê Hol li Rojhilatê Hesekê weke devereke ewlehî ya girtî ragihand.

Desteya Operasyonan di artêşa Sûriyê de îro bajشrokê Holê weke devereke ewlehî ya girtî ragihand.

Desteyê rêya ku ji Hesekê diçe Holê jî weke rêyeke ewlehî destnîşan kir û diyar kir ku divê tevgera li ser wê rê ye bê rawestiyan be.

Devera destnîşankirî Kampa Holê ya taybet bi malbatên rêxistina DAIŞ a terorîst li xwe digire ku piştî şerûpevçûnên vê dawiyê ji bin kontirola HSDê ket bin kontirola hikûmetê.

Di wê kampê de, li gorî amarên fermî, 25 hezar û 241 kes ji regezanmeyên cuda ji Sûriyê, Iraqê û welatên din, dimînin.

►Her weha bixwîne.. Hêzên Wezareta Navxwe ya Sûriyê îro derbaî bajarên Qamişlo û Hesekê dibin