22 barhilgirên alîkariyan ji Heleb berev Kobaniyê diçin

22 barhilgirên alîkariyan ji Heleb berev Kobaniyê diçin

Welat TV - Hewlêr

22 barhilgirên alîkariyan bi hemahingî di navbera Netewên Yekgirtî û parêzgeha Helebê de berev Kobaniyê diçin.

Cîgirê Serokê Komîta Navendî ya Bersivdana Helebê Ferhad Xorto da zanîn ku Îro 22 barhilgirên alîkariyan li gel nûrîngeheke gerok ji Heleb berev Kobaniyê diçin.

Xorto diyar kir ku karwanê alîkariyan bi hemahingî di navbera Komîta Navendî ya Bersivdana Helebê û Netewên Yekgirtî de bi rê ve diçe.

Di 25 û 27ê meha bûrî 2 karwanên alîkariyan bi hemahingî di navbera Netewên Yekgirtî û Xaça Sor a Navdewletî û parêzgeha Helebê de gihiştin Kobaniyê.

Alîkariyên ku ta niha gihiştine Kobaniyê têra pêwîstiyên xelkê nakin û kirîzeke mirovî li ser hemû astan li bajêr derketiye.

►Her weha bixwîne.. Şandeke ewlehî ya hikûmetê derbasî bajarê Kobaniyê bû