Jêderek ji Şamê bo Welat TV: Civîna şanda ENKS bi Wezîrê Derve yê Sûriyê re erênî bû
Welat TV - Hewlêr
Şanda Serokatiya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li gel Wezîrê Derve yê Sûriyê Es´ed El-Şeybanî civiya.
Îro şanda serokatiya ENKSê li Şamê li gel Es´ed El-Şeybanî civiya.
Jêderên Welat TV derbarê civîna ENKS û Wezîrê Derve yê Sûriyê da zanîn ku civîn erênî bû.
Duh şandeke serokatiya ENKS bi vexwendineke fermî ji Wezareta Derve ya Sûriyê gihişte Şamê, şand ji her yek ji serokê ENKS Mihemed Ismaîl û Endamên Desteya Serokatiyê, Silêman Oso, Fesla Yûsif, Fêsel Yûsif û Nimet Dawûd pêk tê.