Jêdereke ji Şamê: Şandeke ENKSê bi El-Şeri´ re dicive
Welat TV - Hewlêr
Şandeke Serokatiya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li gel Serokê Sûriyê bo Qonaxa Vegûhêz Ehmed El-Şeri´ dicive.
Jêderekê ji Şamê ji Welat TV re da zanîn ku şanda Serokatiya ENKSê îro li gel Ehmed El-Şeri´ li Şamê dicive.
Şanda encûmenê ji serokê ENKS Mihemed Ismaîl û Endamên Desteya Serokatiyê, Silêman Oso, Fesla Yûsif, Fêsel Yûsif û Nimet Dawûd pêk tê.
Civîna bi El-Şeri´ re tê, piştî civîna ENKSê bi Wezîrê Derve yê Sûriyê Es´ed El-Şeybanî re, ku tê de tekezî li ser giringiya parastina mafên gelê Kurd hate kirin.
►Her weha bixwîne.. Şandeke ENKS û El-Şeybanî civiyan