Aymaz rola Serok Barzanî di parastina Kurdan de li Rojavayê Kurdistanê nirxand
Welat TV - Hewlêr
Cîgira serokê Perlemana Nordrhein-Westfalen a Elmanya rola Serok Barzanî di parastina miletî Kurd de li Rojavayê Kurdistanê bilind nirxand.
Serok Barzanî îro li Pîrmamê pêşwazî li Bêrîvan Aymaz cîgira serokê perlemana Nordrhein-Westfalen a Elmanya kir.
Di civînê de Bêrîvan Aymaz spasiya Serok Barzanî kir ku di rûdan û metirsiyên dawiyê de xwe kir xwediyê doza Kurd li Rojavayê Kurdistanê û hewlên Serok Barzanî ji bo parastina gelê Kurd li wir, bilind nirxandin.
Aymaz her weha spasiya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî kir ji bo hawarçûn û pêşkêşkirina alîkariyan bo ziyandîtiyan li Rojavayê Kurdistanê. Û hêvî kir ku Herêma Kurdistanê roj bi roj bihêztir bibe.
Her weha spasiya Serok Barzanî kir ji bo piştgiriya karûbarên diyasporaya Kurd li derveyî welêt weke hêzeke bibandor û piştgirê doza gelê Kurdistanê.
Ji aliyê xwe ve jî Serok Barzanî, destxweşî li Bêrîvan Aymaz kir ku bi hewl û karîna xwe kariye bigihêje pileyek siyasî li Elmanyayê, û hêviya serkeftinê jê re xwest.
Serok Barzanî ronahî xiste ser karûbarên diyaspora û şîret û rêkarên pêwîst di vê derbarê de pêşkêş kirin, û tekezî li ser girîngiya parastina nasname û zimanê Kurdî di nav Kurdên derveyî welêt de de kir.
Rewşa Rojavayê Kurdistaê û proseya aştiyê li Turkiyê mijarên din ên civînê bûn.