El-Beşîr: 3 sal pêwîst in ku bîrên petrolê li Sûriyê vegerin rewşa xwe ya asayî
Welat TV - Hewlêr
Wezîrê Enerjiyê yê Sûriyê Mihemed El-Beşîr da zanîn ku 3 sal pêwîst in da ku bîrên petrolê li Sûriyê vegerin rewşa xwe ya asayî.
Mihemed El-Beşîr ev yek di kongireke rojnamevanî de li Dêra Zorê ragihand piştî şopandina rewşa karta enerjiyê û jêxaneyan li wê parêzgehê.
El-Beşîr diyar kir ku westgeha elekitrîkê ya ku li Dêra Zorê hatî avakirin dê derdora 3 hezar derfetên kar ji xelkê wê re peyda bike.
Li gorî El-Beşîr, ew amade ne kar bikin li ser piştevaniya pirojeyên sereke ji bo başkirina rewşa xizmetguzarî li parêzgehê.
Ev srdan tê di demekê de ku kesine nenas hejmarek bîrên betrolê li herdu deverên ‘Izbe û Tîb El-Fal yên Dêra Zorê şewitandin, di encamê de jî ziyanên madî hatine tomarkirin.