Kompaniya Sûrî ya Petrolê: Karmendên petrolê yên li Rimêlanê li ser karê xwe de dimînin
Welat TV - Hewlêr
Cîgirê Serokê Kompaniya Sûrî ya Petrolê da zanîn ku hemû karmendên petrolê yên li bajarê Rimêlanê li ser karê xwe de dimînin.
Welîd Yûsif ev yek di kongireke rojnamevanî de piştî serdana bajarê Rimêlanê yê Rojavayê Kurdistanê ragihand û diyar kir ku mûçeyên karmendan tên başkirin û weke mûçeyên di serdema Rêjîma Esed de namînin:
”Em tekez dikin ku hemû karmendên li bajarê Rimêlanê dê bi me re bimînin û mûçeyên welatiyan jî weke serdema Rêjîma Esed namînin û dê baştir bibin”.
Yûsif diyar kir ku deverên Kurdî di şoreşê de beşdar bûn û ew ê bi hev re rê berdewam bikin ji bo Sûriyeyeke yekgirtî bo hemûyan.
Ev serdan dikeve di çarçoveya bicîkirina rêkeftina di navbera Hikûmeta Sûriyê û HSD de.
Şanda Kompaniya Sûrî ya Petrolê ku ji berpirsê ewlehiya navxwe li Hesekê Merwan El-Elî û Rêveberê ewlehiya balafirxane û dergehan Ehmed El-Ehmed, îro serdana kêlgehên petrolê li Romêlanê kir û rewşa wan ji nêzîk ve şopand.