Naveroka civîna Mezlûm Ebdî û El-Şeybanî li gel wezîrê derve yê Emerîka
Welat TV - Hewlêr
Fermandarê HSD Mezlûm Ebdî û wezîrê Derve yê Sûriyê Es'ed El-Şeybanî li gel wezîrê Derve yê Emerîka Marco Rubio civiyan.
Îro Înê 13ê Sibatê li bajarê Munchenê yê Elmaniya, Mezlûm Ebdî û El-Şeybanî li gel Rubio civiyan.
HSD di daxuyaniyekê de got ku di civînê de pirsa tevlîbûnê û gerentîkirina mafên tevaya pêkhateyan di proseya siyasî de û di destpêka wan de Kurd û Durzî, hate gotûbêjkirin.
Her weha tekezî li ser giringiya berdewamiya şerê li dijî rêxistina DAIŞê ya terorîst hate kirin.
Diyar kir jî: "Rubio tekez kir ku serokê Emerîka Donald Trump giringiyê dide doseya Sûriyê û proseya tevlîbûnê û bicîkirina rêkeftinan û jinavbirina terorê".
Ji aliyê xwe ve jî Wezreta Derve ya Sûriyê behsa civîna li gel Rubio kir û got ku aliyê Emerîkî tekezî li ser yekbûna Sûriyê û piştgiriya rêkeftina Hikûmetê û HSD û hewlên jinavbirina rêxistina DAIŞê ya terorîst kir.