HSD xwe ji gundewarê Dêrikê vedikişîne û Asayîş bi cî dibe

HSD xwe ji gundewarê Dêrikê vedikişîne û Asayîş bi cî dibe

Welat TV - Hewlêr

Biryar e îro 14ê Sibata 2026an, HSD xwe ji gundewarê Dêrikê û Çil Axa vekişîne û li cihê wê hêzên Asayişê bi cî dibin.

Li gor rêkeftina di navbera Hikûmeta Sûriyê û HSD, îro hêzên Asayîşê li gundên Koçera, Çil Axa, Sêmalka, Til Xenzîr û Siwêdiyê belav dibin û hêzên HSD ji wan deveran vedikşin.

*Artêşa Sûriyê vekişiyaye

Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan belav kir, Artêşa Sûriyê ji deverên nêzîkî wan gundan vekişyaye. Duh jî li gundewarê Til Berek û Til Hemîs HSD xwe ji gelek xalan vekişand û li şûna wan hêzên Asayîşê bi cî bûn.

*Hesekê

Beriya 2 rojan, piştî vekişîna HSD bo derveyî bajarê Hesekê, hêzên Asayîşê li nava bajêr belav bûn û hêzên HSDê yên li derdora Hesekê berev cihên ku ji bo wan hatine destnîşankirin vekişiyan, û li xalên Til Bêder, Çiyayê Kewkeb û Westgeha Wezîr cih digrin.