Naveroka civîna Nêçîrvan Barzanî û Mezlûm Ebdî li Munchenê
Welat TV - Hewlêr
Îro serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya beşdariyê di Konfiransa Munchenê ya Ewlehiyê de li Elmaniya li gel fermandarê HSD Mezlûm Ebdî civiya.
Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de rahihand ku di civînê de dawîn pêşhateyên siyasî û ewlehî li Sûriyê û deverê û rewşa Kurdan û pêkhateyên wan li Sûriyê hatin gotûbêjkirin.
Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser girîngiya berdewamiya diyalog û lihevtêgihiştinê ji bo çareserkirina siyasî ya pirsgirêkên li Sûriyeyê kir, bi şêweyekî ku mafên Kurdan û hemû pêkhateyan di çarçoveya Sûriyeyeke yekgirtî û di destûra pêşerojê ya welêt de, parastî bin.
Ji aliyê xwe ve, Mezlûm Ebdî spas û pêzanînên xwe pêşkêşî Serok Barzanî û serokayetiya Herêma Kurdistanê kir, ji bo hewlên wan ên berdewam û rola wan a bibandor di aramkirina rewşê de û gihiştina Şam û HSD bo rêkeftina agirbestê.
Metirsiyên ji nû ve derketina DAIŞê û gefên terorê, tewerekî din ê civînê bû.