11 malbatên DAIŞê ji kampa Roj bo Ustiraliya tên veguhestin
Welat TV - Hewlêr
11 malbatên Rêxistina DAIŞê ya terorîst ku regeznameyên wan Ustiralî ne ji kampa Roj bo welatê wan tên vegerandin.
Îro 16ê Sibata 2026an, karwanekî malbatên DAIŞê ku 34 kes ji regeznameya Ustiralî li xwe digirt ji kampa Roj a taybet bi malbatên rêxistina DAIŞê ya terorîst hatin derxisitin û ber bi Şamê ve tên birin û biryar e li Ustiraliya werin radestkirin.
Rêveberiya Kampa Roj, ragihand, di sala 2026an de ev yekem karwanê malbatên DAIŞê ne ku ji kampa Roj tên derxistin.
Rêveberiyê kampê da zanîn, di sala 2025an de ji koma zêdetirî 700 malbatî, tenê 16 malbat hatin derxisitn.