Welatiyên Şamê ji bilindbûna nirxan hevdemê nêzîkbûna Remezanê bigazin in
Welat TV - Hewlêr
Bi hatina Meha Remezanê re, gazinên welatiyên Şama paytexta Sûriyê ji bilindbûna nirxan, derdikevin holê.
Qereblixiyeke zêde ya amadekariyan li bazarê heye, lê welatî diyar dikin ku karîn ji bo kirînê tune ne.
Dêya Mihemed ku welatiyeke Şamê ye û li bazarê kar dike got ku nirx bilind bûne û ew nema dikarin tiştekî bikirin:
"Berê rewş ne weha bû. Nirxê elektrîkê ne bûha bû. Kurekî min ê astengdar nebû, kurê min ê mezin nexweşê şekir e û pêwîstiya wî bi dermanan heye. Ez jin im û kar dikim".
Welatiyekî din jî da zanîn ku "2000 dolar ji bo dabînkirina xwarinê pêwîst in. îro em bi tenê tiştên pêwîst dikirin. Ez 2 karan dikim û ji herduyan dahata min dike milyonek û nîv Leyreyên Sûrî".
Fermanberekî jî bang li Hikûmetê kir û got: "Ez daxwazê ji Hikûmetê dikim mûçeyên fermanber û kesên pêwîstdar zêde bike. Gelek pêwîstdar hene, ne fermanber in, û nikarin nan bikirin".
Nêzîkî salek û 2 mehan di ser hilweşandina Rêjîma Esed re derbas dibin, lê rewşa abûrî weke ku tê xwestin çareser nebûye. Hatina bûneyan jî ku pêwîstiya welatiyan bi kelûpelên zêdetir dike, barê wan girantir dike. Welatî jî bang li Hikûmetê dikin ku di zûtirîn dem de ev rewş were çareserkirin.