AFP: Disthilata Sûriyê dest bi veguhstina nişteciyên kampa Holê bo kampeke Helebê kiriye
Welat TV - Hewlêr
Hikûmeta Sûriyê bo qonaxa veguhêz dest bi veguhstina nişteciyên Kampa Holê ya taybet bi malbatên rêxistina DAIŞ a terorîst berev kampekê li Helebê kir.
Ajansa AFP li ser zarê berpirsekî hikûmeta Sûriyê û berpirsê birêvebirina karûbarên Kampa Holê li gundewarê Hesekê Fadî El-Qasim veguhest ku ji ber nebûna mercên bingehîn ên jiyanê li Kampa Holê wan biryar da wan nişteciyan bi awayekî awarte veguhêzin kampêm Helebê yên amade.
Fadî El-Qasim diyar kir ku îro piroseya derxistina nişteciyên kampê dest pê kiriye û di heyama hefteyekê de dê kamp bi temamî were valakirin.
12ê vê mehê, ajansa AFP ji jêderine mirovî veguhest ku bi tenê 20 malbat li beşê biyaniyan yê Kampa Holê mane.
Kampa Holê ya ku derdora 23 hezar kes lê diman di bin kontirola HSDê de bû, piştî şerûpevçûnên vê dawiyê di navbera HSD û hikûmetê de, ket bin kontirola hikûmetê.
►Her weha bixwîne.. Ustiraliya red dike pêşwaziyê li malbatên çekdarên DAIŞê bike