Bi hatina Remezanê nirx li Qamişlo bilind bûne: "Her tiştek giran bûye"

Bi hatina Remezanê nirx li Qamişlo bilind bûne:

Welat TV - Hewlêr

Li bazara Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, nirxên kelûpelan li gel hatina meha Remezanê giran bûne, û rewşa welatiyan ji bo amadekariyên meha Remazanê dijwar û zehmet bûye.

Giranbûna nirxan curên cuda yên xwarinê goşt, mirîşk û keskatî, li xwe digire, bazrgan jî dibêjin, sedemên vê yekê hin navxweyî ne û hin jî derekî ne.

Xwediyên dukanan ji Welat TV re dibêjin, nirxê hemû curên keskatiyan buha bûye, her weha nirxê goşt jî bi rêjeya ji 20 ta 40% berwerdî bi dema derbasbûyî re buha bûye.

*Sedem û çareserî 

Serokê Yekîtiya goştfiroşan li Qamişlo ji Welat TV re got, ji ber derketina girjiyan û xerabûna rewşa ewlehî xelk bi giştî ajelên xwe difroşin û vê yekê hişt ku hejmara ajelan li deverê kêm bibe û nirx giran bibin.

Serokê Yekîtiya goştfiroşan diyar kir, Çareserî ji bo daketina nirxê goşt di meha Remezanê de ew e ku rê li pêş hinardekirina ajelan were girtin.

Nişteciyên Qamişlo didin zanîn, bi bilindbûna nirxan, ziyaneke mezin gihiştiye xelkê, bi taybet ku rewşa xelkê berê zehmet û dijwar e û niha istîxlal li nava bazaran çêbûye.

Nişteciyên bajêr banga kontrolkirina nirxan dikin, "Rewşa ewlehî hestiyar e û bilindbûna nirxan barê me girantir dike".