Salek di ser koçbarkirina hunermend Reşîd Sofî re derbas dibe

Welat TV - Hewlêr

Beriya salekê, hunermendê Kurd ê navdar Reşîd Sofî di 72 saliya xwe de, Ûda xwe danî û li bajarê xwe Kobanî koça dawî kir.

Reşîd Sofî yek ji stêrkên ku pencemora wî ya zêrîn di warê muzîk û hunera kurdî de heye.

Di sala 1953an de li bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê di malbateke oldar de, hunermend Reşîd Sofî ji dayik bû, bavê wî miftiyê Kobaniyê bû.

Bihîstina Sirûdên olî û meqam û hizrên sofîgeriyê, bandora xwe li hunermend Reşîd Sofî kir.

Li kobanî di dibistana seretayî de, dema ku waneyên olî heba, qur´an dixwend û hemû mamosteyên wî ji srûşta dengî wî matmayî diman.

Dema ku 7 salî bû bi piştgiriya mamosteyên xwe li peymangeha Helebê sirûdên olî pêşkêş kirin.

Jiyana Sofî di warê huner û muzîkê de sala 1970 dest pê kir, û amûra Ûdê hilbijart, Sofî bi şarezayî di warê muzîkê de dixebitî, ta ku bi mîrê Ûdê hat naskirin.

Têla şeşan li jor her 5 têlên Ûdê yên din zêde kir, û peymangehên bilind ên muzîkê jî ev yek pejirand û bi kar anîn.

Reşîd Sofî zengiloga xelkê Kobaniyê bû ku kêfxweşî, êş û azarên wan nîşan didan, gelek helbestên Melayê Cizîrî awaz kirine û gotine, û xwediyê gelek berheman e, ji stranên wî yên navdar, (Xweziya Hêvî, Gulîstana Dil, Meynenoşê, Çavê Yara Min û Warê Şêran Xweş Kobanî), gelek hunermendan jî stranên wî gotine.

Destpêka sala bûrî rewşa tenduristî ya hunermend Reşîd Sofî têk çû û 17 Sibata 2025an li nexweşxaneyeke bajarê Kobaniyê, koça dawî kir. Di merasîmên bixasipartina wî de, cemawerekî berfireh, dost, hezkiryên wî û xelkê Kobaniyê beşdar bûn.

►Her weha bixwîne.. Hezkiryên Reşîd Sofî xatir ji wî xwest