Kirîza peydakirina dermanan li Kobaniyê derketiye

Welat TV - Hewlêr

Gelek curên dermanan li bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê kêm tên dîtin û hin cur jî nayên peydakirin.
 
Ji ber dorpêça li ser Kobaniyê, kelûpelên sereke yên jiyanê kêm tên dîtin û yên ku tên dîtin jî ji buhan e li gor karînên welatiyan, lê kirîza metirsîdar li bajêr ew e, kêmbûna dermanan an peydanebûna hin curên din.

Welat TV rewşa li nava Kobaniyê geriya, li gelek dermanxaneyan êdî hin curên derman kêm nayên dîtin.

Hevdemê vê kirîzê, ji ber bikaranîna ava ne paqij ji bo vexwarinê û xerabûna kiwalîtiya xwarinê nexweşî belav bûne û zengilê metirsiya karesateke mirovî tê lêdan.

Rewş li nava bajarê Kobaniyê li ser hemû astan xerab e, xalên rêkeftina HSD û hikûmetê li hemû deveran hatine bicîkirina, bi tenê li Kobaniyê nehatine bicîkirin û dorpêça li ser bajêr hîn berdewam e, hevdemê vê yekê jî, berpirsên hikûmeta Sûriyê ya veguhêz û HSD dibêjin ku tiştê li Kobaniyê heyî dikeve çarçoveya rêkarên ewlehî.