Dr. Ebdulbasit Syeda: Qonax hestiyar e û çareserî hevgirtin e
Welat TV - Hewlêr
Siyasetmedarê Kurd Dr. Ebdulbasit Syeda di hevpeyvîneke berfireh de, di çarçoveya beşdariya xwe di bernameya Rojeva Welat de behsa gelek mijar û babetan li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê kir.
Siyasetmedarê Kurd Dr. Ebdulbasit Syeda, got, Dem û qonax hestiyar e û divê karekî cidî were kirin û çaresrî di yekîtî, hevgirtin û yekrêziya me de ye.
►Naveroka hevpeyvînê li gorî pirs û bersivan weha ye:
*Yekem pirs em dixwazin nas bikin sedema serdana te bo Şamê çi ye siyasî ye, civakî ye yan malbatî ye?
** 31 sal in min bi fermî serdana Sûriyê nekiribû, lê pişî ketina Esed, derfet çêbû, û sedema serdana min ne siyasî, vexwendik ji min re hat da ku ez beşdarî Pêşengeha Şamê ya Pirtûkan bibim, ez hatin amade bûm, her weha min rewşa siyasî û meydanî jî nas kir.
*Te rewşa Şamê çawa dît?
**Hejmareke mezin ji xelkê hatine Şamê, wate zêdeyî hêza xwe ye, tevlîhevî û bêserûberiyek heye, û rewşa abûrî ya xelkê gelekî zehmet e, lê li ser rewşa ewlehî baş e, û aramiyek heye, lê çavên hemûyan li pêşerojê ne.
*Te serdana Amûdê kir?
**Na derfet nebû, min dixwestin ez herim, lê rêya Cizîrê gelek zehmet e û rewşa min ya tendirustî ne dirust e, min li vir gelek hevalên xwe dîtin, rewşa min baştir bibe ez ê serdana Amûdê, Efrînê, Kobaniyê û Qamişlo bikin.
*Bawerî di navbera Şam û HSD de çêbûye?
**Ta niha rêkeftin bi cî dibe, û rihetiyek çêbûye, em hêvî dikin ku rêkeftin biçe serî ji ber ku şer dê bandorê gelek xerab bîne, metirsî hene ku binpêkirin çêbibin, rast e razîbûneke li cem Şamê heye, lê helwesta HSD ez nizanim, em jî niha rewşê dişopînin û bi hêviya aştiyê ne.
*Te berpirsên rêveberiya xweser dîtin?
**Na min nedît, min tenê yên hikûmetê dîtin.
*Xalên nihênî di rêkeftinê de hene?
**Belê li gorî berpirsên hikûmetê yên min dîtine, dibêjin xalên nihênî hene û kes nizane ew xal li ser çi ne.
*Li ser çi rêkeftine?
**Tişta ku niha li ser erdê heye, ez bawer im nenavendiyeke îdarî ye, lê dibe ku berfireh be, lê negihiştiye asta otonomiyê, û weke min gotiye, nezalaliyek heye, di demên bê de her tiştek diyar dibe.
*Çima li Cizîrê rêkeftin bi cî dibin û li Kobaniyê na?
**Bi nerîna min, rewşa zehmet ji rêkeftinê ya Cizîrê ye, ez bawer im li Kobaniyê rihetir e, û divê dorpêç li ser Kobaniyê were rakirin, ez bawer im piştî Cizîrê li Kobaniyê jî bi cî dibe.
*Tu dibînî xala herî zehmet derxistina endamên PKKê ye?
**Rast e, niha qelabalixiyek li ser derxistina PKKê heye, kadroyên ku niha hene siyaseteke din dimeşînin, wêneyên Ocelan bilind dikin, tê wê wateyê ku du nerîn hene, aliyek dixwaze li gel Şamê rêkeftinê bike, û aliyê din red dike.
*Mezlûm Ebdî dikare vê yekê yekalî bike?
**Ez rewşa wan baş nizanim, lê weke nerîna giştî weha diyar e ku Mezlûm Ebdî dixwaze rêkeftinê bike û maf û daxwazên Kurdan parastî bin, bersiva vê pirsê PKK, PYD û HSD dikarin bidin, yên weke me, em tenê şirove bikin, lê divê ev mijar yekalî bibe û êdî rihetiyek çêbibe.
*Serdana ENKSê bo Şamê te çawa dît?
**Ji dema ku şanda Kurdî hatiye damezrandin, min digot divê berê xwe bide Şamê, lê ew yek nebû. Serdana ENKS bo Şamê, û hevdîtin li gel Serokê Sûriyê û wezîrê derve, gaveke baş e lê ne bes e, madam em li Sûriyê ne divê em xwe nêzîk bikin û weke Suneyên Iraqê nekin û ji proseya siyasî xwe dûr nexin. Pirsa Kurd karekî mezin jê re divê, rast e ku mersûma 13an derketiye, lê divê li ser were avakirin û diyar e mejiyê hikûmetê hatiye guhertin û nerm bûye.
*Hikûmet, ENKS yan HSD weke nûnerê gelê Kurd dibîne?
Bersiva vê pirsê li cem wan jî tevlîhevî çêkiriye, HSD weke hêzeke leşkerî ye, û îro hêdî hêdî tevlî artêşa Sûriyê dibe, lê ENKS berdewamiya gonaxeke dirêj e ji xebata Siyasî ji, sala 1957an û beriya wê jî hebû, lewma doza Kurdî ji HSD kevintir e.
*Hikûmet amade ye çi bide Kurdan?
**Îro li ragihandina fermî, zimanê Kurd bûye fermî, rast e gaveke biçûk lê ne hindik e, her weha di pêşangehê de jî beşê Kurdî hebû, ev gavên pêşîn in, lê divê em karekî cidî bikin, û em li pêş ezmûneke mezin in, û divê bi hejmareke mezin em li Şamê bin û karê xwe bikin.
*Emerîka xwe vedikişîne, tu pêşeroja deverê çawa dibînin?
**Dever bi giştî dikele, Iran, Israîl û li welatên din li pêş egera şerekî ne, eger gihiştin rêkeftinê dibe ku aştiyek çêbibe, lê eger şer rû bû, Iran dê destekên xwe bi kar bîne, û em weke Kurd çareseriya her baş divê em yekdest bin, û mala xwe bidin hev û yekrêziya xwe bihêz bikin û ji ezeziyê dûr bikivin, wê demê em mafên xwe bi dest bixin.
*Tu post ji te re hatine pêşkêşkirin?
**Ev pirs gelek ji min tê kirin, tu post ji min re nehatine pêşkêşkirin, lê eger ji min hat xwestin ez ê alîkar bim, û soz didim tu postan wernegirim.
*Te biryar daye vegerî Rojavayê Kurdistanê?
**Eger rewş aram û baş bibe ez ê vegerim Amûdê û li wir bimînin.
*Gotina te ya dawiyê tu dixwazî çi bibêjî?
Qonaxa niha tevlîhev e heta niha hîn metirsî hene û mezin in, lê weke min gotiye em mala xwe rast bikin, penceyên xwe baş bigirin, û yekîtiya xwe bihêz bikin û biparêzin.