Şandeke Revenda Kurdî bi nûnerên Wezareta Derve ya Holenda re civiya

Welat TV - Hewlêr

Şandeke ji revenda Kurdî bi Wezaretên Derve û Karûbarên Civakî yên Holenda re civiya û di civînê de doseyên siyasî, mirovî û civakî hatin gotûbêjkirin.

Civîn li avahiya Wezareta Derve ya Holenda bi rê ve çû û dawîn pêşhateyên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê, her weha dorpêça li ser herêma Kobaniyê û rewşa mirovî ya metirsîdar li wir hatin gotûbêjkirin.

Ridwan Îsa endamê şanda revenda Kurdî ji Welat TV re got ku wan ji nûnerên Wezareta Derve û ya Wezareta Karûbarên civakî xwest ku dorpêça li ser Kobaniyê were rakirin.

Şandê daxwaz kir ku rewşa penaberên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê berçav were girtin.

Nûnerên herdu wezaretên Holenda civîn bi erênî nirxandin û diyar kir ku ew ê kar li ser parastina mafên hemû pêkhateyên Sûriyê bikin û beşdariyê di parastina aramî û avakirina Sûriyê de bikin.