Zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê û derveyî welêt çawa tê parastin?

Welat TV - Hewlêr

Di roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê de, programa Rojeva Welat, li ser rewşa zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê û derveyî welêt, rawestiya.

Mamosteyê zanîngehê û pisporê zimanê Kurdî Dr. Ebdulmecîd Şêxo behsa rewşa zimên li Efrînê kir û got, li dibistanên fermî 2 wane tên pêşkêşkirin, ta niha jî rêbazên xwendinê nehatine diyarkirin û kar li ser tê kirin.

Şêxo da zanîn, mamoste kêm in, lê niha peymangeh û dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî xulên fêrkirinê vedikin û mamoste derdiçin, di demê bê 60 mamoste bawernameyan werdigirin û dikarin êdî xwendekaran fêr bikin.

*"Dibistan girtî ne"

Ji aliyê xwe ve, serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan Sûriya Ebdulhekîm Mihemed da zanîn, ku ta niha dibistanên Cizîr û Kobaniyê girtî ne, ji ber ku derbider tê de ne.

Mihemed diyar kir, tê gotin ku danpêdan bo bawernameyên dibistanên rêveberiya xweser, ji aliyê hikûmeta Şamê ve were kirin, lê mîkanîzmên dema bê hîn ne diyar in. 

*Zimanê Kurdî li Ewropayê

Li ser rewşa zimanê Kurdî li Ewropayê, mamosteya zimanê Kurdî, Gulistan Awaz, diyar kir ku Kurd li Ewropayê xwedî li zimanê xwe derdikevin, û niha hişyariyek li cem revanda Kurdî çêbûye, û zimanê Kurdî bûye zimanê yekem li malan.

Awaz bal kişand li ser kar û xebata di warê zimên de tê kirin û tekez kir ku, sazî, rêxistin û komele bi erkê xwe radibin û Kurdan han didin li ser fêrbûna zimanê dayikê, her weha bi fermî jî li dibistanên tê fêrkirin, ew yek jî bandoreke zêde kiriye.

Gulistan Awaz, diyar jî kir, ku malbat erkê parastina zimên hildigirin, û divê bêtir xwedî li zimanê dayikê derkevin û ji helandinê û wendabûnê biparêzin.

*Çespandina mafên Kurdan 

Mamosteyê zanîngehê û pisporê zimanê Kurdî Dr. Ebdulmecîd Şêxo û serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan Sûriya Ebdulhekîm Mihemed tekez kir ku, divê tişta ku di fermana 13an de hatiye, di destûrê de were çespandin, û mafên Kurdan werin nivîsandin û danpêdan pê were kirin.