PDK-S û MSDê avakirina lêvegereke Kurdî gotûbêj kir
Welat TV - Hewlêr
Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya û MSDê mijarên girêdayî çareserkirina doza Kurdî û avakirina lêvegereke Kurdî gotûbêj kirin.
Îro şandeke MSDê bi serokatiya Hesen Mihemed Elî serokê nivîsgeha peywendiyên giştî ya MSDê serdana nivîsgeha Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya li Qamişlo kir û ji aliyê sekreterê Mihemed Ismaîl PDK-Sê ve hate pêşwazîkirin.
Di civînê de, doza Kurdî û avakirina lêvegereke Kurdî hate gotûbêjkirin, ku hemû partî, civaka sivîl, rêxistinên jinan, ciwan û ekadîmînasan li xwe bigire.
Herdu aliyan tekezî li ser redkirina gotara kînê di navbera gelê Kurd û Ereban de, bicîkirina rêkeftina rawestandina şer di navbera HSD û hikûmeta Sûriyê de û parastina pêkvejiyanê, kir.
Her weha tekezî li ser giringiya avakirina jîngeheke guncaw ji bo gengeşekirina hemû mijarên girêdayî doza gelê Kurd hate kirin.