Jêder: Karmendên Turkiyê ji Serê Kaniyê derketin

Jêder: Karmendên Turkiyê ji Serê Kaniyê derketin

Welat TV - Hewlêr

Jêderên xwecihî da zanîn ku karmendên Sivîl ên Turkiyê ji bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê, derketin.

Li gorî jêderên xwecihî, îro 26ê Sibata 2026an, hemû karmendên Turkiyê ji nivîsîngeha Hevrêziya Turkiyê li Serê Kaniyê derketine û vegeriyane Turkiyê.

Li gorî dîmenên li ser torên civakî belav bûne, karwanê karmendên Turkiyê ji bajêr derdikeve, û bi dehan kes li dora wî karwanî kom bûne.

Heta niha nehatiye zanîn ku, derketin bi yekcarî ye, yan jî guhertina karmendan e.

*Asayîkirina rewşê û vegera xelkê

Di rêkeftina HSDê û Hikûmeta Sûriyê ya 29 Çileya bûrî de hatiye, divê rewş li Serê Kaniyê asayî bibe û koçbekiriyên wê vegerin ser mal û milkên xwe.