Xêrxwaziya Barzanî 3 ton dermên ji bo nexweşxaneyên Amûdê dabîn kirin
Welat TV - Hewlêr
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li bajarên Dêrik, Amûdê û Girkê Legê pêdiviyên rojane belav kirin û alîkariyên tendirustî pêşkêşî nexweşxaneyan kirin.
Îro tîmên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkarî li ser nişteciyên bajarê Amûdê belav kirin û 750 malbat ji vê piroseyê sûdmend bûn. Her weha alîkarî li gundewarên Girkê Legê belav kirin.
*Alîkariyên tendirustî
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî 3 ton derman ji bo nexweşxaneyên Amûdê dabîn kirin û derman û pêdiviyên tendirustiyê pêşkêşî nexweşxaneya Dêrikê ya Niştîmanî kirin.
Li bajarê Dêrikê Xêrxwaziya Barzanî alîkariyên Dezgeha Rozia ya Kurdên Xiristiyan belav kirin.
Ji despêka derketina şerûpevçûnan li Cizîra Rojavayê Kurdistanê, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî derbasî herêmê bû û di alîkariya derbider, koçberkirî û nişteciyan de berdewam e û dever ji karesateke mirovî rizgar kir.