Al-Monitor: Emerîka civîna bi El-Şeybanî re li Munchenê bê Mezlûm Ebdî red kiribû

Welat TV - Hewlêr

Malpera Al-Monîtor a emerîkî ragihand ku, Wezîrê Derve yê Emerîka Marco Rubio Şam agahder kiribû ku ew li gel Wezîrê Derve yê Sûriyê Ese´ed El-Şeybanî li Kongira Munchenê nacive eger fermadarê HSDê Mezlûm Ebdî amade nebe.

Al-Monîtor diyar kir ku piştî agahdarkirina Rubio, Serokê Sûriyê bo qonaxa veguhêz Ehmed El-Şeri´ ji El-Şeybanî xwestiye ku vê yekê bi cî bike.

 

 

Li kongira Munchenê ya Ewlehiyê ku ji 13 ta 15 vê mehê berdewam bû, Mezlûm Ebdî û Ilham Ehmed û  Esed El-Şeybanî li gel Marco Rubio civiyan. 

Derbarê civînê Mezlûm Ebdî gotibû ku di civîna li gel Wezîrê Derve yê Emerîka behsa pêşveçûna rêkeftina tevlîbûnê hate kirin.