Trump kuştina Xamineyî ragihand: "Yek ji xerabtirîn mirov e"
Welat TV - Hewlêr
Serokê Emerîka Donald Trump di daxuyaniyekê de kuştina Xamineyî ragihand û got, Xamineyî, yek ji xerabtirîn mirov di dîrokê de hate kuştin.
Trump da zanîn, ev yek dadmendî ye, ji bo miletê Îranê û Emerîkiyan û ew kesên ji gelek welatan ku li ser destê Xamineyî û çeteyên wî ve hatine kuştin.
Li gorî gotina Trump, ev derfeta herî mezin û tekane ye, ji bo miletê Îranê, da ku welatê xwe vegerîne, û gelek ji endamên Pasdar, artêş, hêzên ewlehiyê û polîsên Îranê nema dixwazin şer bikin û hewl didin parêzbendiyê ji Emerîka werbigirin.
*"Tevlî niştîmanperwerên Îranî bibin"
Her weha hêvî kir, Pasdar û polîs bi aştiyane tevlî niştîmanperwerên Îranî bibin û bi he ve re kar bikin da ku welatê xwe vegerînin cihê ku hêjayî wî ye.
Serokê Emerîka di dawiyê de da zanîn, bombebaran dê bê rawestiyan di vê hefteyê de, yan jî her gava ku pêwîst be, ji bo pêkanîna aştiyê li Rojhilata Navîn û tevaya cîhanê, dê berdewam be.