Toreke Emerîkî kuştina 40 berpirsî radigihîne
Welat TV - Hewlêr
Telefizyona fermî ya Îranê kuştina hejmarek serkirdeyên pilebilind ên Îranê ragihand, û toreke Emerîkî got nêzîkî 40 berpirsî hatin kuştin.
Ragihandina fermî ya Îranê diyar kir, heryek ji Elî Xamenyî, Wezîrê Berevaniyê yê Îranê Emîr Nesîr Zade, Fermandarê Pasdarê Îranê Mihemed Bakbûr û Serokerkanên Artêşa Îranê Ebdulrehîm El-Mûsewî di êrîşên Israîl û Emerîka de hatine kuştin.
Ji aliyê xwe ve tora CBC News a Emerîkî ragihand ku ta niha nêzîkî 40 berpirsên Îranê di êrîşên Israîl û Emerîka de hatine kuştin.