Roja Duyem.. Pêşhateyên şerê Emerîka, Israîl û Îranê
Welat TV - Hewlêr
Duyem roj e ku şerê di navbera Israîl, Emerîka û Îranê de berdewam e.
Duh Şemiyê Emerîka û Israîl êrîşeke berfireh li Îranê encam da, û Îranê jî bersiv bi avêtina mûşek û dronan berev Israîlê da. Êrîş berfireh bûn û Îranê xalên girêdayî Emerîka li welatine Erebî armanc kirin.
Mûşek û dronên Îranê her yek ji Behrên, Qeter, Îmarat, Kiwêt û Si'ûdiyê armanc kirin.
Îro jî artêşa Israîlê ragihand ku wan 30 xal li rojava û naverasta Îranê bombebaran kirine, di nav wan de baregehên leşkerî û sîstemên berevaniya esmanî hebûn.
Ji aliyê xwe ve jî Pasdarên Îranê ragihand ku vê sibehê wan 27 xalên bingehên Emerîkî li deverê bombebaran kirin, her weha hejmarek xal li Israîlê jî bombebaran kirin.
Li gorî jêderên fermî yê Israîlê, di encama bombebaraneke Îranî de li Til Evîvê, kesek hatiye kuştin û 20ê din birîndar bûne.