Paşmaya mûşekeke Îranê li Şamê ket: "Kesek û 3 zarokên wî birîndar bûn"

Paşmaya mûşekeke Îranê li Şamê ket:

Welat TV - Hewlêr

Çar kes di encama ketina paşmaya mûşekeke Îranê de, li gundewarê Şamê birîndar bûn.

Şeva Bûrî paşmaya mûşekeke Îranê li nava devereke niştecîbûnê li bajarokê Ên Tirma yê Gundewarê Şamê ket.

Li gorî berevaniya sivîl a Sûriyê, di encamê de, mêrek û sê zarokên wî bi sivikî birîndar bûn.

Berevaniya Sivîl a Sûrî da zanîn, şeva bûrî 5 bûyerên ketina paşmayên şer bi sedema bûyerên Herêmî yên rûdidin, li Der´a û Quneytira hatine tomarkirin, û ziyan bi tenê madî bûn.