Serok Barzanî û Şahê Urdinê tekezî ser giringiya parastina aramiya deverê dikin

Serok Barzanî û Şahê Urdinê tekezî ser giringiya parastina aramiya deverê dikin

Welat TV - Hewlêr 

Serok Mesûd Barzanî û Şah Ebdulahê Duyem, peywendiyeke telefonî encam da û tekezî li ser giringiya parastina aramiya deverê kir.

Baregeha Barzanî duh 1ê Adara 2026an, ragihand di peywendiyê de, pêşhate, guhertin, girjî û aloziyên vê dawiyê yên li deverê hatin gotûbêjkirin.

Serok Mesûd Barzanî û Şah Ebdulahê Duyem tekezî li ser giringiya parastina aramiya deverê û çareserkirina pirsgirêk û astengiyan bi rêya diyalogê kir.