Wezareta Pêşmerge: Karên terorî bê bersiv derbas nabin

Wezareta Pêşmerge: Karên terorî bê bersiv derbas nabin

Welat TV - Hewlêr

Wezareta Pêşmerge li Herêma Kurdistanê ragihand, Roja Yekşemê êvarê, baregeha firqeya 11an a hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li derdora navçeya Dêgele rastî êrîşê bi droneke bombekirî hat.

Wezareta Pêşmerge tekez kir ku berdewamî di karên terorî de, bê bersiv derbas nabe, û ev êrîşa têkder hewleke ji bo alozkirina rewşê bi şêweyekî zêdetir e. 

Wezareta Pêşmerge bang li Mihemed Şiya’ El-Sûdanî Serokwezîrên Iraqê û fermandarê giştî yê hêzên çekdar kir, sînorekî ji van destdirêjî û kiryarên dervî yasayê re deyne, û berpirsên vê kiryarê rûbirûyê pirsa yasayî werin kirin. 

Wezareta Pêşmergeyên Kurdistanê hişyarî da û got ku berdewamiya van karên terorî bê bersiv derbas nabe.