Trump: Şer li Îranê dê berdewam be ta pêkanîna tevaya armancan
Welat TV - Hewlêr
Serokê Emerîka Donald Trump ragihand ku şer dê li dijî Îranê berdewam be ta pêkanîna tevaya armancan.
Trump di parçe vîdyoyekê de li ser pilatforma "X"ê got ku 3 serbazên Emerîkî hatine kuştin û eger heye kuştî û birîndarên Emerîkî zêdetir bibin, û soz da ku ew tola kuştiyên xwe hilînin.
Her weha bang li Pasdar, artêş û polîsên Îranê kir ku çekên xwe deynin û parêzbendiyê werbigirin. Bang li miletê Îranê jî kir û got "vê demê bi dest bixin û welatê xwe vegerînin".
Trump amaje kir ku wan bi sedên cihan li Îranê aramanc kirine, di nav de avahiyên Pasdarên Îranê û sîstemên berevaniya Esmanî hene.
Li gorî gotina serokê Emerîka "eger heye şerê li gel Îranê ta 4 hefteyan berdewam bike".