Centcom: Kiwêtê 3 balafirên me yê şer xistine
Welat TV - Hewlêr
Hejmarek balafirên şer yên Emerîka ji cureya "F-15E Strike Eagle" li Kiwêtê hatin xistin.
Fermandariya Navendî ya Emerîkî "Centcom" di daxuyaniyekê de da zanîn ku 3 balafirên wê bi şaşitî hatin xistin:
"Dema ku şer germ bû û êrîşên balafirên Îranê û mûşekên palistîk û dronan hebûn, sîstema berevaniya esmanî ya Kiwêtê bi şaşitî, balafirên Emerîkî, xistin".
Centcomê da zanîn ku hemû endamên tîmên wan balafiran hatin rizgarkirin û rewşa wan cîgîr e.
Di dawiyê de jî got ku Kiwêtê danpêdan kiriye ku ev bûyer çêbûye, û ew spasiya hêzên berevaniyê yên Kiwêtê û piştevanita wan di proseyê de kir.