HSDê ji navçeya Şêxler berev Kobaniyê vekişiya
Welat TV - Hewlêr
Hêzên HSDê ji navçeya Şêxler berev bajarê Kobaniyê vekişiyan.
Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan, îro 2yê Adara 2026an, da zanîn ku hejmareke otombîlên leşkerî ku endamnên HSDê li xwe digirtin ji navçeya Şêxler li Rojavayê bajarê Kobaniyê vekişyan û berê xwe da bajarê Kobaniyê.
Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan diyar kir, vekişana hêzên HSD di çarçoveya bicîkirina rêkeftina 29ê mehê di navbera HSD û Şamê de tê.
Piştî serdana şandeke ewlehiya navxwe ji Kobaniyê re, roja 27ê Sibatê û danîna rêbendên hevbeş li gundewarê Kobaniyê, vekşîna hêzan dest pê kir.
Wezareta Navxwe ya Sûriyê ragihandibû ku şanda ewlehiya navxwe ya Helebê avahiya ewlehiya navxwe li Kobaniyê wergirt.