Şandeke Şam û HSDê civiyan: "Rimêlan û Siwêdiyê tên radestkirin"

Şandeke Şam û HSDê civiyan:

Welat TV - Hewlêr

Fermandarê HSD û şandiyê serokê Sûriyê Ziyad El-Ayiş civiyan û mijara tevlîbûnê gotûbêj kir.

Îro şandeke hikûmeta Sûriyê bi serokatiya şandiyê serokê Sûriyê Ziyad El-Ayiş li gel Fermandarê HSD Mezlûm Ebdî li Hesekê civiyan di civînê de mijara tevlîbûnê û xalên bicîkirina rêkeftina 29ê Çileyê gotbêj kirin.

*"Lîwa tevlî firqeya 60 dibin"

Rêveberiya Ragihandina Hesekê da zanîn ku 3 lîwayên HSD bi fermandariya Emîd Ewad Casim tevlî firqeya 60 bibin, her weha îro 60 girtî têne serbestberdan.

Jêderê da zanîn, rêyên bi Hesekê re bi 5 aliyan ve ji bilî M4 têne vekirin û komîteyek ji bo vegera koçberkiyan hatiye avakirin.

*"Rimêlan û Siwêdiyê tên radestkirin"

Jêderê diyar kir, komîteyeke endezyarî hatiye damezrandin ji bo wergirtina kêlgehên Rimêlan û Siwêdiyê.

Di civînê de parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed û cîgirê fermadarê hêzên Ewlehiya navxwe li Hesekê Mehmûd Elî jî amade bûn.