HSD: Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî bi telefonê axivîn

HSD: Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî bi telefonê axivîn

Welat TV - Hewlêr

HSD ragihand ku fermandarê wê Mezlûm Ebdî di 2 peywendiyên telefonî de li gel Serok Mesûd Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşhateyên deverê gotûbêj kirin.

HSD îro di daxuyaniyekê de da zanîn ku di wan peywendiyan de, tekezî li ser piştevaniyê di rûbirûbûna astegiyên heyî de û şopandina pêşhatên herêmî de hatiye kirin.

Li gorî daxuyaniyê, tekezî li ser giringiya bihêzkirina helwestan ji bo parastina deskeftên niştîmanî û mafên Kurdî hatiye kirin.

Daxuyaniyê her weha diyar kir ku parastina mafên Kurdî aramiyê bihêz dike û pişgiriya hewldanên aştiyê li deverê dike.