Trump: Êrîşa mezin li dijî Îranê hîn nehatiye encamdan

Trump: Êrîşa mezin li dijî Îranê hîn nehatiye encamdan

Welat TV - Hewlêr

Serokê Emerîka Donald Trump ragihand ku wan di demjimêrekê de, serkirdayetiya Îranê ji nav bir.

Donald Trump îro 2yê Adara 2026an, di kongireke rojnamevanî de ragihand ku wan 10 keştiyên Îranî binav kirine.

Trump got ku Îran derfeta dawîn paşguh kir û wan serkirdayetiya Îranê di demjimêrekê de ji nav bir û ew kar dikin li ser nehiştina gefa Îranê. Donald Trump diyar kir ku ew êrîşeke bihêz li Îranê bi rê ve dibin û wan karînên Îranê yên mûçekî wêran kirin.

Li gorî Trump Îran li ser tevahiya Rojhilata Navîn gefeke mezin e.

*"Êrîşa mezin nehatiye"

Beriya wê, Trump ji tora CNN ragihand re ragihand ku êrîşa mezin li dijî Îranê hîn nehatiye encamdan û ne dûr e ku hêzên bejayî yên Emerîka jî derbasî şer bibin.

Trump got jî ku ew nxwaze şer dirêj bike û wî pêşbînî dikir ku şer 4 hefteyan berdewam bike lê weke diyar e prose ji dema pêşbînîkirî zûtir diçe serî û êrîşa mezin hîn nehatiye encamdan.