Siyasetmedar: Yekîtiya Kurdistanî girîng e
Welat TV - Hewlêr
Siyasetmadarên Kurd tekez dikin, di dema niha de yekîtiya Kurdistanî girîng e, û divê Kurd ji guhertinên ku çêdibin re amade bin.
Serkirdeyê Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya, Ebdulbasit Hemo di çarçoveya beşdariya xwe di programa Rojeva Welat de got, Îran perçe dibe, û Kurd dibin xwedî dewlet.
Hemo diyar kir ku Sûriyê jî dihat perçekirin, lê Turkiyê nehişt ew yek biçe serî û rêgirî li wê projeyê girt, û rewşa Îranê cudatir e, û projeya Rojhilata Navîn a nû di rê de ye, tê de dewleta Kurdî heye.
Hemo da zanîn, di wê projeyê de, welatên mezin perçe dibin û welatin nû derdikevin û ji dayîk dibin, lê divê Kurd ji qonaxê re amade bin û li ser hev bin.
*Dora Turkiyê nehatiye
Serokê Partiya Welatparêzên Kurdistanê Mustefa Ozçelîk diyar kir, Hîn zû ye em bibêjin dora Turkiyê hatiye, niha pilana Emerîka û Israîlê, Îran e.
Ozçelîk da zanîn, armanckirina Hewlêrê name ne ku destwerdanê di karûbarên Kurdan li Rojhilatê Kurdistanê de neke, û Îran naxwaze şer berfirehtir bike û bingeha Incirlîk a li Turkiyê armanc bike.
Serokê Partiya Welatparêzên Kurdistanê Mustefa Ozçelîk got jî, divê Kurd li ser hev bin û ji qonaxa girîng re amade bin, Kurd li Rojavayê Kurdistanê, konfiransa 26ê Nîsanê ji xwe re bingeh bibînin û Kurd li Rojhilatê Kurdistanê çarenivîsa xwe diyar bikin.
*Yekîtî kilîta her deskeftiyekê ye
Serkirdeyê Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya, Ebdulbasit Hemo û Serokê Partiya Welatparêzên Kurdistanê Mustefa Ozçelîk tekez kir ku yekîtiya Kurdan girîng e û kilîta her deskeftiyekê ye.