11 hezar welatiyên Sûrî ji Libnanê vegeriyan

11 hezar welatiyên Sûrî ji Libnanê vegeriyan

Welat TV - Hewlêr 

Ji ber derketina alozî û girjiyan li Libnanê, bi hezaran penaber û welatiyên Sûrî vedgerin Sûriyê.

Desteya Giştî ya Xalên Sînorî yên Bejayî û Deryayî ya Sûriyê di daxuyaniyekê de diyar kir, duh 11 hezar welatiyên Sûrî ji Libnanê bi rêya herdu dergehên Cidêdit Yabûs û Cûsiyê yên sînorî vegeriyan Sûriyê.

Desteya Giştî ya Xalên Sînorî da zanîn, ew kar li ser pêşkêşkirina hemû asankariyan ji bo kesên vegerin dikin, û di vê demê de dergeh dê bi rojê 24 demjimêran vekirî bin da ku bi awayekî berdewam rê li ber vegera welatiyên Sûrî vekirî be.

Ji duh ve, Libnan bi tundî ji aliyê Israîlê ve tê bombebarankirin û mûşekbarankirin, li gorî jêderên fermî yên Libnanî ta niha 31 kes mirine û 149 birîndar bûne.