Berevaniya Sûriyê: 2 endamên me hatine kuştin
Welat TV - Hewlêr
Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê ragihand ku êrîşek li dijî hin endamên wê li gundewarê Helebê hat encamdan û 2 endam hatin kuştin.
Rêveberiya Ragihandin û Peywendiyan a Wezareta Berevaniyê da zanîn, 2 endamên wê li bajarokê El-Ra’î li gundewarê Helebê rastî êrîşeke çekdarî hatin, di encamê de herdu endam hatin kuştin.
Wezareta Berevaniyê got, niha lêkolîn dest pê kirine ji bo naskirin û diyarkirina encamderên êrîşê.
*14 êrîş
Li gor amarên Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, ji 17ê sibata bûrî ve, hêzên hikûmeta Sûriyê rastî 14 êrîşên cuda hatine, û 18 kes di encama wan êrîşan de hatine kuşin.