Nêçîrvan Barzanî û Hakan Fîdan tekeziyê li ser hemahengî û karê hevbeş dikin

Nêçîrvan Barzanî û Hakan Fîdan tekeziyê li ser hemahengî û karê hevbeş dikin

Welat TV - Hewlêr

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Turkiyê Hakan Fîdan bi telefonê axivîn, û rewşa niha gotûbêj kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn, ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peywendiyeke telefonî ji Wezîrê Derve yê Turkiyê Hakan Fîdan wergirt.

Di wê peywendiyê de, herdu aliyan, rewşa dawiyê ya deverê gotêbêj kir, û tekezî li ser girîngiya hemahengî û karê hevbeş ji bo parastina aramî û seqamgîriya deverê kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Turkiyê Hakan Fîdan her weha peywendiyên Turkiyê li gel Iraq û Herêma Kurdistanê, û mijarên din ên girêdayî deverê gotûbêj kirin.