Serok Barzanî peyameke sersaxiyê ji bo koça dawî ya Salih Muslim belav kir
Welat TV - Hewlêr
Serok Barzanî ji bo koça dawiyê ya hevserokê berê ya PYD Salih Muslim peyameke sersaxiyê belav kir.
*Naveroka peyama sersaxiyê
"Ji bo koça dawî ya Xwedê jê razî Salih Muslim, sersaxî û hevxemîya xwe ji malbat û kesûkarên wî re pêşkêş dikim û ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku giyanê wî bi behişta fireh şad bike.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)".